• Saturday, 14 February 2026
logo

Ruhanî: Rewşa me ya naha ji rewşa demê şerê Iraqê xirabtir e!

Ruhanî: Rewşa me ya naha ji rewşa demê şerê Iraqê xirabtir e!
Serokkomarê Îranê ragehand, rewşa naha ya welat, ji rewşa dema şerê Iraqê gelek xirabtir e.

Li gor nûçeya çapemeniya Îranê, serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ragehand, givaşên Amerîkayê yên li ser Îranê gelek tund in û bi bandor in. Û got: ‘’Wêneyê wan givaşan di dîrokê de tine ye.’’

Li gor Ruhanî rewşa naha ya Îranê ji rewşa dema şerê navbera Îran û Iraqê xirabtir e. ‘’Di dema şer de pirsgirêka banka û henarde kirina neftê nebû, tenê me nedikarî çek bikirin.’’

Sala 1980 heta 1988ê şerekî mezin di navbera her du welatan de pêkhat û ji ber wê zêdetirî milyonek mirov ji her du aliyan mirin.

Basnews
Top