Îrfan Ebdulezîz: Her dema Iraq bihêz dibe pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê lawaz dike
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje, her dema Iraq bihêz bibe, pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê lawaz dike.
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz ragihand, dijatiya rayedarên Iraqê li hember Herêma Kurdistanê bûye yasa û her dema bihêz bibin, pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê lawaz dikin.
Îrfan Ebdulezîz got jî: “Li Iraqê dewletek di nava dewletê de û artêşek jî di nava artêşê de hatiye avakirin.”
Her wiha got: “Divê Iraq welatekî destûrî be û nabe ti artêş di nava artêşê de hebe, ji ber ku ev dibe wek bombeyeke demkî, dikare de her demekê biteqîne.”
K24
