Fransa dê mafê niştecîhbûnê bide 100 malbatên kurd
Li gor beyanameyekî rêxistina koça navnetewî, Fransa û rêxistina koça navnetewî rêkeftinek pêkanîne bo şandina 100 malbatên kurdên êzdî bo Fransayê û mafê niştecîhbûn û mana wan îmza kirine.
Li gor heman beyanameyê ew malbatane, ku li herêma Kurdistanê û Şingalê jiyan dikin, dê biçin Fransayê û li wê derê jî salekê xwarin û vexwarin û xizmetên tenduristiyê û cîhê manê dê ji bo wan ji aliyê rêxistinên xêrxwaziyê ve bên dabîn kirin.
Basnews
