• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di xwepêşandanên Fransayê de zêdetirî 1300 kesan hatin desteserkirin

Di xwepêşandanên Fransayê de zêdetirî 1300 kesan hatin desteserkirin

Di şeva çaremîn a xwepêşandanên ku li Fransayê ji ber kuştina ciwanekî 17 salî dest pê kir, zêdetirî 1300 kesan hatin desteserkirin û 79 polîs û cendirme jî birîndar bûn.

Piştî ku Nahel M. ê 17 salî li banliyeya Nanterre ya Parîsê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya polîsan bi guleyan hat kuştin û piştî wê bûyerê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin ku li gelek bajarên Fransayê belav bûye.

Di xwepêşandanên şeva Înê de li bajarên Marsîlya, Lyon, Toulouse, Strasbourg û Lille jî di nav de avahî û wesayît hatin şewitandin û dikan hatin talankirin.

Li gorî nûçeya ku çapemeniya Fransayê dispêre amarên Wezareta Navxwe ya Fransayê di xwepêşandanan de 1311 kes hatine desteserkirin û 79 polîs û cendirme jî birîndar bûne.

Li bajarên cuda bi şev 1350 wesayît hatin şewitandin, 234 avahî jî hatine şewitandin an jî zirar dîtin.

2 hezar û 560 avahî û cihên dewletê hatine şewitandin û herî kêm 30 navendên polîsan û 11 baregehên cendirmeyan rastî êrîşa xwepêşandanan hatin.

Xwepêşandan piştî xwepêşandanên Êleg Zeran krîza herî mezin e ku di dema erka Serokê Fransayê Emmanuel Macron pê re rû bi rû maye.

Macron piştî civîna awarte ya roja Înê daxuyaniyek da û got ku dê zêdetir polîs ji bo rêgirtina xwepêşandanan werin erkdarkirin lê rewşa awarte ranegihand.

 

Rudaw

Top