• Wednesday, 18 February 2026
logo

Brîtanya huşdarî dide welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê

Brîtanya huşdarî dide welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê

Dibêje nabe serdana Şirnex û Colemêrgê bikin.

Wezareta derve ya Brîtanyayê daxuyaniyek belav kiriye û têde baldarî daye welatiyên Brîtanî yên li Tirkiye û ev welatiyên Brîtanî yên bi mebesta torîzmê diçin Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Brîtanyayê de hatiye gotin ku, nabe welatiyên Brîtanî xwe nêzî deverên sînorî yên navbera Tirkiye û Sûriyeyê bikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, nabe ti welatiyeke Brîtanî serdana her du parêzgehên Colemêrg û Şirnexê bikin jiber ku, di warê ewlekarî de ne bi ewlene.
 

Top