Li Cizîrê şerê çekdarî: 1 kuştî û 2 birîndar
Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di şerê navbera du malbatan de welatiyekî 50 salî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan roja Înê 30ê Hezîrana 2023an li taxa Nûr a Cizîrê di navbera 2 malbatan de ji ber sedemeke nediyar şer derket.
Di şer de welatiyekî bi nave Î.O ku temenê wî 50 salî ye, canê xwe ji dest da. Herwiha kesekî din ê bi navê M.O jî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û kesê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Termê Î.O bo beşa miriyan a nexweşxaneyê hat rakirin.
K24
