Hadî Amerî dîsa gef li Amerîkayê kir
Hadî Amerî diyar kiriye ku eger Amerîka bixwaze li vê deverê dîsa dest bi şereke din bike vê weke Vietnamê dîsa rastî şikesteke gelek mezin bibe.
Amerî tekez li ser vê yekê kiriye ku Amerîka jiber Serokê xwe Donald Trump gelek lawaz bûye.
Ji aliyeke din ve duhê Serkirdeyê çekdarên şiî Esayêb Ehlî Heq, Mehdî Xezelî ku beriya niha bi awayî rojane gef li Amerîkayê dikir, duhê di gotareke xwe de diyar kiriye ku hêzên wan bi ti awayî dijatiya Amerîka û hêzên Amerîkî nakin û di şerê navbera Amerîka û Îranê de alîgirî nakin û bêalî dibin.
