• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bêtehemuliya Tirkiyeyê hember Kurdan didome

Bêtehemuliya Tirkiyeyê hember Kurdan didome

Polîs rê neda stiranên Kurdî werin stirîn.

Duhê li navçeya Kapalı Yol ya Antalyayê dema hijmareke welatî û çend kesên Tirk xwestin stiranên Kurdî bistirên û dîlanê bikin rastî êrîşên esnafê deverê û hêzên ewlekariyê hatin.

Esnafên deverê ji wan welatiyên Kurd re diyar kirine ku, ev stiran yên parçe kirina Tirkiyeyê ne lewre stirîna wan liwir qedexeye û polîs û hêzên ewlekarî jî bi hinceta ku, gazind hatiye kirin, rê neda stiranên Kurdî werin stirîn.

Lê li hember de hijmareke şêniyên deverê jî bertek nîşanî polîs, hêzên ewlekarî û esnafên deverê dan û ragihandin ku, li Tirkiyeyê her cure stiranek serbeste.

Top