Gorran: Me ji bo her wezaret û postekê xwe sê kandîd destnîşan kirine
Endamê civata niştimanî ya Gorranê, Nesredîn Mehmûd ji BasNewsê re got, em mijûlî destnîşankirina kandîdên xwe ne bo wezaret û postên ku di hikûmeta nû de ber para me ketine.
Nesredîn Mehmûd her wiha got, em bo her wezaret û postekê 3 kandîdan destnîşan dikin. Piştî ku tevahiya kandîdên xwe destnîşan kir emê navên wan bidin wî kesê ku dê bibe serokê nû yê hikûmetê.
Ew wezaret û postên ku di hikûmeta nû de ber para Gorranê ketine ev in:
Cîgirekî Serokê Herêma Kurdistanê (dê du cîgirên serok hebin), Wezareta Darayî, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Wezareta Avedankirin û Niştecîhkirinê û cîgirê serokê hikûmetê bo karûbarên reformê.
Basnews
