Konseya Ewrûpa dixwaze hilbijartinên Îstenbûlê bişopîne
Serokê Kongreya Rêvebiriyên Herêmî û Xwecihî yên Konseya Ewrûpa Andres Krape bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku ew dixwazin şandeyeke bişînin Îstenbolê.
Li gor nûçeyeke voayê Knape diyar kiriye ku wan ji berpirsê Tirkiyê yê Konseya Ewrûpa Kaan Esener re nameyek şandiye û da zanîn ku ger ew werin vexwendin ewê bi şandeyekê hilbijartinên 23’yê Hezîranê bişopînin.
Kongreya Rêvebiriyên Herêmî û Xwecihî yên Konseya Ewrûpa di 31’ê Adarê de ji 20 welatan 22 endam şandibûn Tirkiyê.
