Riza Altun nûçeya kuştina xwe red dike
Riza Altun got: “Medyaya Tirkiyê ji berê ve dijî tevgera me, siyaseta şerê taybet bi rê ve dibe. Ev şerê taybet di demên dawî de dijwartir e. Bi berdewamî nûçeyên şaş û derew belav dikin. Armanca wan rêvebirina hişmendiya xelkê ye. Herwiha dixwazin moralê aliyên welatparêz jî têk bidin. ”
Aşkere kir jî: “Rast e. Di 21ê Adarê de Qendîl hate bombebaran kirin. Lê ez li wir nebûm. Çi pêwendiya wê êrîşê bi min re nîn e. Digel ko ez ne li wir bûm, hikûmeta Tirkiyê pêwîstî dît, bangeşeyekê bi vî rengî bike. Divê mirov baweriya xwe bi van nûçeyên şaş û derew neyîne. Ev bangeşeya şerekî taybet e. Divê mirov girîngiyê nede wê.”
K24
