• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li berdem Konsulusxaneya Amerîkayê du kes hatin kuştin

Li berdem Konsulusxaneya Amerîkayê du kes hatin kuştin

Ev bûyer li bajarê Cideyê qewmiye.

Li gor çapemeniya Siûdî direngiya îşev kesek ku, çek di destê wî de hebûye hatiye berdem Konsulusxaneya Amerîkayê ya li bajarê Cideyê.

Di nûçeya çapemeniya Siûdî de behsa vê yekê hatiye kirin ku, hêzên ewlekarî xwestine pêşiya wî kesî bigirin lê kesê çekdar êrîş kiriye û di encama êrîşê de du kes hatine kuştin.

Çapemeniya Siûdî diyar kiriye ku, di encama pevçûnê de kesê êrîşkar û welatiyeke Nepalî ku, zirêvanê Konsulusxaneya Amerîkayê bûye hatine kuştin.

Top