• Wednesday, 18 February 2026
logo

Desteya Geştûguzarê: Em pêşbînî dikin di cejnê de 400 hezar geştyar bên Herêma Kurdistanê

Desteya Geştûguzarê: Em pêşbînî dikin di cejnê de 400 hezar geştyar bên Herêma Kurdistanê

Berdevkê Desteya Geştûguzar a Herêma Kurdistanê ragehand, amadekariyên pêwîst û baş hatine kirin, ji bo pêşwazî kirina li geştyarên çar rojên Cejna Qurbanê.

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzarê Îbrahîm Ebdulmecîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek salên borî îsal jî amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazî kirina li geştyaran hatiye kirin. Amadekarî ji aliyê dabîn kirina cîh, xizmetguzarî, çavdêriya selametiyê, nirx û tişt û xwarinê ve ew amadekarî hatine kirin.’’

Herwaha got: ‘’Heman demê de li rawestgehan tîmên geştyariyê hatine danîn ji bo ku rêber û nexşeya cîhên geştyariyê bidin geştyaran, xetên germ jî hatine danîn ku geştyar di dema pêwîst de pêwendî bikin û pirsgirêkên wan bên çareser kirin.’’

Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kri, li gor amadekarî û keşûhewa, em pêşbînî dikin di çar rojên Cejna Qurbanê de dê 400 hezar geştyar berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, ku ew jî rêjeyekî gelek zêdetire ji geştyarên Cejna Remezanê.

 

Basnews

Top