• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr hêviya aştî û aramiyê bo deverê dike

Serokwezîr hêviya aştî û aramiyê bo deverê dike

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Misilmanan kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta cejna pîroz ya Qurbanê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî, kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û Enfalkiriyan.

Hêvî dikim di rewşeke aram û di nava şadî û xweşiyê de rojên xwe yên cejnê derbas bikin.

Bi vê hêviyême cejn bibe sedema tebayî, lêbûrîn, xêr û xweşî û pêşkeftina zêdetir ya nîştiman û dabîn bûna aştî û aramî li dever û cîhanê de bi giştî.

Cejna we pîroz be û xwedê Kurdistan biparêze.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top