• Saturday, 14 February 2026
logo

Pompêw: Bersiva me bo Îranê bi lez û tund dibe

Pompêw: Bersiva me bo Îranê bi lez û tund dibe
Wezîrê derveyê Emerîkayê, Mayik Pompêw, gef li Komara Îslamî ya Îran kir û got: Emerîka Bersiva her hêrişeka Îran û dardeste yên wê li dijî berjewendêyên Emerîkayê li deverê bi lez û tundî dide.

Pompêw amaje da, bi zêdebûna gefên Îranê di heftîyên dawîyê de, herweha got: Divêt rijêma Îranê têbighêje ku her hêrişek ji alîyê wê ve be yan ji alîyê dardesteyên wê be û nasnameyê wan her çi be li dijî berjewendîyên Emerîka û hevwelatîyên be, ji alîyê Emerîkayê ve bi lez û tundî dê bihên bersivdan.

Herweha Pompêw di daxuyanîyeka xwe de ku li ser rûpela wezareta derve ya Emerîkayê li roja Pêncşembîyê hat belavkirin, gotîye: Divêt Îran şaş tênegihêje weha bizane ku ew nermîya me heye ji bê wireyî û şîyanê ye. Amaje bi wê yekê jî da şêwaza Îranê şêwaza hilbijartina tundûtîjîyêye. Amaje bi wê yekê jî da ku Emerîka şer naxwaze.

Tekez jî kir ku serokê Welat, Donald Tiramp, çav li dîdarêye li gel serkirdeyên Îranê daku bigehin rêkkevtinekê û ji wê jî giringtir ew pêngav bihên havêjtin ewên ayîndeyeka hejî dide Îranê

K24
Top