Mihemed Emîn Pêncwênî bi tundî bersiva Ebadî da: Xêr e niha bûye firîşte!
Du-sê roj berê serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî ji televîzyoneka Iraqî re behsa rûdanên 16 Cotmeha 2017 kiribû û gotibû, di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer derneketibû û ti pêşmergeyek jî nehatibû kuştin.
Li ser wan gotinên Ebadî, siyasetmedarê Başûrî Mihemed Emîn Pêncwênî ji BasNewsê re got, çawa şer derneket! Bila biçin li arîşîvên televîzyon û dezgehên medyayî binêrin. Şer jî qewimî, serbazên Iraqî jî hatin kuştin û pêşmerge jî şehîd bûn. Xêr e Ebadî niha bûye firîşte! Gelo dixwaze çi bike!
Mihemed Emîn Pêncwênî her wiha got, Ebadî baş dizane va rewşa Rojhilata Navîn têk diçe, vêca dixwazin kurd li Iraqê li hember dewleta navendî û artêşê tiştekî nekin. Yanê dixwaze qaşo agir ji xwe dûr bixîne.
Pêncwênî behsa helwesta Ebadî di dema referandoma serxwebûna Kurdistanê de jî kir û got, ma Ebadî ferman neda artêşa Iraqê Hewlêrê dagîr bikin! Ma wî negot bila kurd dîsa biçin serê çiya! Ev gotinên wî di arşîvê de hene. Ebadî û yên mîna wî, heta ji destê wan were dê li kurdan bidin û navê Kurdistanê jî nehêlin. Kerkûk li ber çavan e. Roj bi roj zêdetir tê erebkirin. Ew dixwazin dîsa me bixin bin destê xwe.
Basnews
