• Wednesday, 18 February 2026
logo

Malbatên qurbaniyên belema Yunanistanê dixwazin pişkinîna DNA çêbikin

Malbatên qurbaniyên belema Yunanistanê dixwazin pişkinîna DNA çêbikin

 Malbatên 6 ciwanên ji bajarî Kobanî yên di belema li Yunanistanê de binav bûne, daxwaz dikin ji Kobanî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û pişkinîna DNA çêbikin û bişînin wî welatî.

Malbatên her yek ji Ehmed Bozan Osê, Mihemed Ehmed, Welîd Mihemed Qasim, Mihemed Fewzî Şêxo, Diyar Mihemed Mihemed bi rêya Rûdawê bang li Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê kirin ku rê bi wan bê dayîn da ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin û pişkinîna DNA çêbikin.

Ew dibêjin, pişkinîna DNA li Rojavayê Kurdistanê tune ye.

Roja 14ê vê mehê belemeke koçberan li nêzîkî peravên Yonanê binav bibû, 750 kes têde bûn, 104 kes hatin rizgarkirin, termên nêzîkî 100 kesan hatin dîtin.

Ji kesên Rizgarbûyî 5 ciwanên ji Kobanî hebûn.

 

Rudaw

Top