• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Polîtburoya PDKê ve

Daxuyaniyek ji Polîtburoya PDKê ve

Polîtburoya PDKê daxuyaniyek belav kir û ragehand, nêrîna fermî ya PDKê li ser bûyeran, tenê bi rêya berdevk û polîtburoyê tê ragehandin, derveyî wê mafê ti kes û organekî din nîne.

Îro 24.06.2023yê Polîtburoya PDKê daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Ev demeke birêz Îmad Bacelan li gel saziyên ragehandinê gotûbêj û hevpeyvîn dike û gotin û şiroveyên wî wek nêrîna PDKê tên pênase kirin. Lê nêrîna PDKê li ser bûyeran, an jî rol û helsengandina kesayetî û her rewşeke din, ne mafê ti kes û organekî ye, tenê berdevkê fermî yê PDKê û daxuyaniyên polîtburoyê nêrîna fermî ye. Ji ber wê jî herçend navborî derbarê birêz Malîkî de her çi tiştek gotibe ew ne nêrîna partiya me ye û nêrîna wî ya kesî ye.’’

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Em ji vê derê daxwaz li saziyên ragehandinê dikin nêrîn û şiroveyên taybet ên şirovekaran û ragehandkaran wek nêrîna partiya me pênase nekin, divê wek nêrîn û ramanên kesî bên nasandin.’’

 

Basnews

Top