• Saturday, 14 February 2026
logo

Bexda hewl dide zevîyên Kurdan dagîr bike

Bexda hewl dide zevîyên Kurdan dagîr bike
Li gundê Qerebeg li sinûrê bajarokê Pirdê, ser bi parêzgeha Kerkûkê zêdetir ji sed donim ji zevîyên çandinê ku xwedîyên wan Kurd in û pişkek ji wan zavîne bûyîne xanî. Rêvebrîya wî bajarokî, rûpîvana wan zevîyan kirîye û bi xwedîyên wan zevîyan re gotine, Ev zevîyên hanê dê bihê pişikkirin bi ser qurbanîyên şerê Daişê û zîndanîyên sîyasî û Îraqê jî nivîsar bo wê yekê kirîye. Lê xwedîyê zevîyan tapo anûîne û dibêjin: Em rê nadîn kes zevîyên me dagîr bike. Me sîngê xwe daye ber gulleyên Beisê û Daişê û divê rê ji van jî bigrîn. Çunku eger weha biçe dê bihên Hewlêr û Duhkê.

Xwedîyên zevîyên çandinê li bajarokê Pirdê, rûpîvana zevîyên wan 100 donime û hikumeta Îraqê jî divêtin ji wan bistîne û bi ser hêzên Îraqî re pişik bike.

Mam Ezîz, bi tapoya zevîya xwe hatibû û digot: Bi hemû awayekê li dijî evê bi erebkirinê radiwestîn.

Rêbwar teha, endamê Civata Nwênerên Îraqê dibêje: Ev corên hewlan û sîyasetan encama wê şikestine.

Zevên hinekan bûyêne xanî, hinek jî zevîyên hêj çol û beyare û ti pirojeyên xizmetguzarîyê bo nehatîne kirin. Ew dever jî dikeve di navbera hêzên Îraqî û Pêşmerge.

Rûniştvanên Kurd li wî deverî çavên wan li wê yekêye bi rêya Perlemana Îraqê ve, hewlên hikumetê bihên ragirtin.

Arîşeya zevîyan li piştî 16yê Oktoberê li deverên Kurdistanê serhildaye û hinek ji arîşe ewin ku malbatên Ereb yên serdema Sedam û Beisê vedigerin ser zevîyên Kurdan û ev mijar hêj nehatîye çareserkirin.

K24
Top