Osman Banîmaranî: PKK ji ber rûniştina YNKê û Tirkiyê êrîşî me dike
Piştî ku Tevgera Azadî beyanameyek li dijî helwêstê hêzên YNKê yên li Silêmaniyê li hember partiya Şasiwar Ebdulwahîd belav kir û daxwaza dest ji wan rêkaran berdanê ji hêzên YNKê kir, endamê rêveberiya YNKê Osman Banîmaranî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sedema wan êrîşên ser YNKê, yên ji aliyê Tevgera Azadî û PKKê ve tên kirin, ji ber YNKê du caran hevdîtin li gel Tirkiyê kirin, li ser YNKê waha erîş tê kirin.’’
Herwaha diyar kir, ‘’Divê ew jî êdî ji emrê waqiî tê bigehin û bi nermî pirsgirêk bên çareser kirin.’’
YNKê du civîn li gel Tirkiyê pêkanîn û rêkeftinekî temamî li gel Tirkiyê pêkanîn ku tevgera PKKê û grubên wê sînordar bikin û bi kiryar jî hemû binkeyên wan grubên ser bi PKKê daxist.
basnews
