• Saturday, 14 February 2026
logo

Rojhilat – Li Kirmaşanê du kurd hatin bidarvekirin

Rojhilat – Li Kirmaşanê du kurd hatin bidarvekirin
Tê gotin ku li bajarê Kirmaşanê du girtiyên kurd hatine bidarvekirin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 27 Nîsana îsal du girtiyên kurd li girtîgeha bajarê Kirmaşanê hatibûn bidarvekirin lê nûçeya îdama wan girtiyan duh belav bû.

Li gorî agahiyan, ew her du girtiyên kurd bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û fermana îdamê bi ser wan de hatibû sepandin.

Navê yek ji wan kesan Şayan Îbrahîmî (21 salî) û navê yê din jî Nûrullah Zengene (38 salî) û xelkê Kirmaşanê bûne.

Basnews
Top