• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dolarê Amerîkî ji 25 Lîreyê Tirkî derbas kir

Dolarê Amerîkî ji 25 Lîreyê Tirkî derbas kir

 Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê Lîreyê Tirkî li hember Dolarê Amerîkî dîsa daket û her Dolarek 25 Lîre derbas kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê duh biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de eşkere kir.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê duh ragihand, rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an hat bilindkirin.

Piştî wê biryarê, bihayê Dolar û Euro li hember Lîreyê Tirkî berevajî texmînan careke din bilind bû.

Li gor borseyên Tirkiyê, îro di demjimêr 08:15 xulekan de bihayê Dolarekî Amerîkî gihîştiye 25.14 Lîreyê Tirkî. Herwiha bihayê her Euroyek jî bûye 27.60 lîreyê Tirkî.

 

K24

Top