Ebdulmehdî: Ti astengiyek li pêşiya şandina pareyê Herêma Kurdistanê nîne
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî herwiha di peyama xwe ya ji bo Rûdawê de ragihand ku hinek nêrînên cuda li gel Herêma Kurdistanê hene, lê gotûbêjên wan ên çareserkirinê berdewam in û peywendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê di asteke gelekî baş de ne.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz di civîna çapemeniyê çend pirs aresteyî Adil Ebdulmehdî kir.
Helkewt Ezîz ji Ebdulmehdî pirsî: “Hun zêdebûna çekdarên DAIŞê li navçeyên cihê nakokiyê çawa dinirxînin? Derbarê pêkanîna hêza hevbeş ligel Hêzên Pêşmerge li wan navçeyan ti pêşveçûnek heye? Herwiha hun kengî pereyên cotyarên Herêma Kurdistanê didin? Ji ber li gor daxuyaniyan xerckirina wan pereyan li ser razîbûna we rawestiya ye?”
Serokwezîrê Iraqê jî di bersiva xwe de got: "Nexêr, bersiva ya dawî didim, nabe berhem radest bikin, heta pere tên xerckirin, heta niha li Kurdistanê zad nehatiye çinîn. Lêbelê derbarê 2014 û 2013ê de, divê em berê xwe bidin pêbendbûnên hikûmetê çawa dibin. Eger pere hatin veqetandin wê demê li ser me ranaweste, lê dikeve ser Encûmena Nûneran, Wezîrê Darayî, Serokwezîr û Encûmena Wezîran. Em hêvîdar in hemû tiştekî bidin. Petrodolara parêzgehan çendîn sal e wiha maye ji ber nebûna pereyan.
Tişta bi herêm û Pêşmergeyan ve girêdayî, hinek behsa tevgera DAIŞê dikin li hinek navçeyan. Peywendiyên me yên ligel herêmê gelekî baş in, lê ev nayê wê wateyê di nerînan de nakokî nînin, lê peywendî baş in û ev girîngtirîn tişt e. Îradeyeke hevbeş heye û baweriya dualî heye di navbera Bexda û Hewlêr û navbera hemû aliyan de, ev jî bingeha çareserkirina nakokiyane.
Peywendiyên navbera hêzên çekdar û Pêşmerge baş in, wek mînak valahî û rûberekî mezin a axê di navbera herdu aliyan de heye. Niha herdu alî nêzîkî hev dibin bo kontrolkirina wan navçeyan, ji ber ev yek ji pirsgirêkan e, korîdoreke nîv aram maye bo têkder, qeçaxçî, terorîst û bikaranîna wan, ew navçe nêzîka 30 kîlometre dirêj dibe ku navçeyên qedexe ne."
Ebdulmehdî herwiha ragihand ku ew ti astengiyekê li pêşiya şandina bûdceya Herêma Kurdistanê nabîne û pereyê ku di yasaya bûdceyê de hatiye destnîşankirin, dê ji Herêma Kurdistanê re bê şandin.
Rudaw
