Fransa hişyarî da: Eger Îran rêkeftina etomî binpê bike dê were cezakirin
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro ragihand, Îran ji beşek ji rêkeftina etomî derdikeve ji ber wê jî dest bi meyandina ûraniyomê dike.
Wezîra Berevaniya Fransa, Florence Parly li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da û ragihand, eger Îran rêkeftinê binpê bike dê rastî cezayên Ewropa were.
Fransa yek ji wan welatan e ku rêkeftina etomî ya Îranê îmze kiriye.
Basnews
