• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma danîna kevirê bingehîn ê kargeha çîmentoyê bû û gotarek pêşkeş kir

Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma danîna kevirê bingehîn ê kargeha çîmentoyê bû û gotarek pêşkeş kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22.06.2023yê beşdarî merasîma danîna kevirê bingehîn ê ‘’Kargeha Çîmentoya Dabîn’’ bû, ku yek ji projeyên stratejîk û giring a kabîneya nehem e û di merasîmê de gotarek pêşkeş kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de spasî û bixêrhatina hemû amadebûyan kir û diyar kir: ‘’Ez bextewerim ku îro li gel we beşdarim ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeyekî giring li Herêma Kurdistanê, ku ew jî Kargeha Çîmentoyê ya Dabîne û yek ji kargehên giring ê Herêma Kurdistanê dibe û dê xwedî rolekî diyar be di geşepêdana proseya bînasazî û bingeh kirina Kurdistanê de. Destxweşiyê li kompanya Dabîn Power China dikim ji bo cîhbicîh kirina projeyê û ava kirina kargehê. Hêvîdarim ev proje wekî ku soz hatiye dayîn bi kalîteyekî bilind û di dema hatî diyar kirin de temam bibe û di avakirina wê de mercên selametî ya karkeran, herwaha jîngeparêzî jî li berçav bê girtin.’’

Herwaha got: Bêguman çi di qonaxên çêkirina kargehê û çi di dema destbikarbûna wê de jî bi sedan derfetên kar dê ava bin, ku pêwîste sedî 75ê derfetên kar her di proje û pîşeyî jî bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê be û rahênan jî bi karkeran û endazyarên Kurdistanê bê kirin, bo bilindkirina asta şarezayiya wan a di vî karî de. Hêvîdarim di ava kirina vê kargehê de heta dikare mijara jîngeparêzî û germbûna erd û sînordar kirina derketina gazên pîs li berçav bê girtin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya karnameya xwe ya di warê hemû cure kirina aborî de nirxeke zêde bi sektorên pîşesazî û çandiniyê dide û devera me kereste û amûrên xaw û seretayî yên zêde lê heye, ku dikare bibe hêvinê ava kirina gelek kargeh û vejandina pîşesazî û dabîn kirina pêdiviyên bazara Herêma Kurdistanê û heta dikare bişîne bo navçeyê jî.

Serokwezîr Barzanî got: Cîhê keyfxweşiyê ye ku min bîhîst ev kargeh bi awayekî serekî dê bi made û keresteyên navxweyî bê çêkirin.

Herwaha diyar kir: Eger em li market û mall ên li Kurdistanê binêrin, em dibînin piraniya tiştên ku heye hemû hatine hawirde kirin. Lê dikare piraniya wan berhem û pêdiviyan li Kurdistanê em çêbikin. Bi wî awayî jî sektora pîşesaziyê dikare bê vejandin û bêkarî jî dê kêmtir bibe. Bi wî awayî piştgirêdana Herêma Kurdistanê ya bi derve ve jî dê kêm bibe. Di vî alî de çi alîkariyek li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê be, em amadene bikin, ku sektora pîşesaziya me pêşketinê bi xwe ve bibîne. Ji vê derê aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî erkdar dikim, ku asankariya zêdetir bo pêşxistina sektora pîşesaziyê bikin û her astengekî hebe jî pêwîste bê rakirin.

Serokê Hikûmetê dawiyê de jî ragehand; Ez careke din destxweşiyê li cîhbicîhkerên vê projeyê dikim û hêvîdarim projeyên whaa li piraniya navçeyên din ên Kurdistanê jî bên encam dan. Careke din gelek bixêr hatine. Her selamet û bextewer bin û Kurdistan jî her avadan be.

 

Basnews

Top