• Saturday, 14 February 2026
logo

KCK: Hevdîtina li Îmraliyê ji bo lewaz kirina berxwedanê hatiye kirin

KCK: Hevdîtina li Îmraliyê ji bo lewaz kirina berxwedanê hatiye kirin
Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê derbarê hevdîtina 2yê Gulanê 2019ê li Îmraliyê, li gel rêberê PKKê Ebdula Ocalan û parêzerên wî de hatiye kirin de daxuyaniyek belav kir.

KCKê ragehand, hevdîtin ji bo lewaz kirina berxwedanê hatiyê kirin û di daxuyaniyê de hat gotin: ‘’ Tecrîd bi dawî nebûye, daxwazên berxwedêran bi cih nehatine. Tenê ji bo bidawî kirina zextên raya giştî ya hundir û derve ya berxwedêran pêkanî û lewazkirina berxwedanê, parêzer hatine şandin bo Îmraliyê.’’

KCKê bibîrxist: ‘’Hilbijartina 31’ê Adarê carekî din diyar kir ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî polîtîkayên şer, zilim û zextê ya desthilata AKP-MHP’ê ne. Heman demê ev tê wateya li diîj tecrîda ji 5’ê Nîsana 2015’an û polîtîkaya şer a îtîfaqa AKP-MHP’ê ye jî. Ji ber ku îtifaqa AKP-MHP’ê ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve li ser tecrîda li Îmraliyê giran kirî û polîtîkaya şer a li dijîbûna têkoşîna azadiya gelê Kurd şekil girtiye.’’

Daxuyaniyê de tê gotin: ‘’Di encama berxwedana di kesayetiya dayikên Kurd a berxwedana li dijî tecrîdê de piştî 8 salan û şûnde rê hate dayîn ku parêzer hevdîtinê pêk bînin. Dîsa astengkirina negirtina nîşeyan a di hevdîtinê de, rênedayîna girtiyên din bên dîtin, her wiha nebidawîkirina tecrîdê ya daxwazên çalakvanên di grevê de, daxwaza mercên azad ên jiyanî ya Rêber Apo, dide nîşandan ku ev hevdîtin yek carî ye, ji bo bidawîkirina zextên raya giştî ya li ser desthilatê ye.’’

KCKê ragehand: ‘’Rêber Apo di peyama xwe de aniye ziman divê ji her cure çanda cihêkarî û şerxwaziyê dûr bê sekinîn û pêwîstî bi lihevkirineke civakî heye. Rêbertiya me diyar kiribû ku pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî divê rêbazên muzakeraya demokratîk esas bê girtin, daxwaza çareseriya aştî û demokrasiyê anîbû ziman. Ev nirxandin li dijî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê vebijêrka demokratîkbûnê derxistiye.’’

Basnews
Top