Kiliçdaroglu: Gelek tiştên baş dê biqewimin
Piştî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan ya derbarê hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stenbolê de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bangî Meclisa Partiyê xwe kir ku ew derasayî bicive.
Ji bo civînê parlamenter jî hatin vexwendin, Kiliçdaroglu beriya civînê pirsên rojnamevanan bersivand û wiha got: "Gelek tiştên baş dê biqewimin, bila tu kes meraqan neke. Em dê demokrasiyê bînin vî welatî. Li hemberî her tiştî em dê bînin. Têkoşîna me wê ji bo demokrasiyê be."
Namzedê Şaredariya Mezin ya Stenbolê ya CHPyê Ekrem Îmamoglu jî got "sohbeta me heye, em dê paşê biaxivin."
Rudaw
