• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me li ser pêşdebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî: Me li ser pêşdebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê serdana xwe bo Enqerê û hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ragihand, “Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîrana 2023an bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Erdogan de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir: “Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”

 

Basnews

Top