• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurdistan û Tirkiye têkiliyên xwe bihêztir dikin

Kurdistan û Tirkiye têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û di daxuyaniyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê naveroka civînê eşkere kir.

duh Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Koşka Komariyê li Enqerê, ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê kiriye ji bo dubare hilbijartina wî û hêviya serkeftinê ji bo hikûmeta nû ya Tirkiyê xwest.

Herwiha di civînê de ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî amade bû, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya bihêzkirina pêwendiya dualî û berfirehkirina derfetên hevkarî û hevahengiyê ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê, bi taybetî di warê aborî û danûstandina bazirganiyê de.

Îro Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Erdogan de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir: “Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”
Nûçeyên Dawî

 
7 Demjimêran
 Li Akrê yekem haleta taya xwînberbûnê hat tomarkirin
  
9 Demjimêran
 Abdurrahman Kurt bo K24: Serdana Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê girîng e
  
10 Demjimêran
 Wezîrê Derve yê Luksemburgê bo K24: Em hevkariyên xwe ji bo hêzên Pêşmerge didomînin
  
12 Demjimêran
 Daxuyaniya civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê


 

 

K24

Top