• Saturday, 14 February 2026
logo

Heşdî Şeibî bo dûrxistina xelkê Şingalê ji PDKê piştevaniya PKKê dike

Heşdî Şeibî bo dûrxistina xelkê Şingalê ji PDKê piştevaniya PKKê dike
Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Şingalê diyar kir, projeya Heşdî Şeibî û PKKê li Şingalê ew e, xelkê Şingalê ji kurdbûnê dûr bixe, bi taybet jî xelkê Şingalê ji PDKê dûrbixin.

Berpirsê lijneya navçeya Şingalê yê PDKê Husên Mecî ji Basnewsê re ragehand: ‘’Naha li Şingalê hemû aliyên siyasî dijî PDKê kar dikin. Hemû hewldan dihên kirin bo xelkê Şingalê ji PDKê dûr bikeve. Ev jî yek ji planên Heşdî Şeibî û PKKê ye bo dûrxistina hemwelatiyên Şingalê ji PDKê û kurdbûnê dûrbixin û ji bo wê jî piştevaniya PKKê tê kirin. Her du alî li gel yek planeke siyasî li gor berjewendiyên xwe li Şingalê birêve dibin, dest ji wan planên xwe yên metirsîdar bernadin. Rewşa Şingalê baş nîne, niyeta wan ew e Şingal bo wan bimîne.’’

Herwaha got: ‘’Ev plan û bernameya Heşdî Şeibî û PKKê li Şingalê danîne, bi tenê welatiyên Şingalê zerer dê jê bibînin. Her bo nimûne jî berî çend rojan, PKKê nehêla Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkariya mirovî û xêrxwaziyê ji xelkê Şingalê re belav bike.’’

Basnews
Top