• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka yekem tevgera leşkerî li dijî Îranê dike

Amerîka yekem tevgera leşkerî li dijî Îranê dike
Amerîka keştiya firokehilgir û hêzeke taybet a topavêj dişîne Rojhilata Navîn û armanca ji wê gavê, rûbirûbûna her êrîşeke Îranê li ser berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên wê ye.

Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîka John Boltun di daxuyaniyekê de ragihand, wek bersiv li ser hin amaje û agahdariyan, Amerîka firokehilgira “Abraham Lincoln” û hêzeke taybet a topavêj dişîne Rojhilata Navîn.

Got jî: Ev peyameke ron ji rêjîma Îranê re ye, heger çi êrîşê li ser berjewendiyên Amerîkî yan hevpeymanên wê li navçê bike, dê rastî bersiveke tund bê.

John Boltun dibêje: Amerîka bizava şerekî bi rêjîma Îranê re nade, lê em amade ne bersiva her êrîşekê ji Îranê bidin.

Serokê Amerîka Donald di Mijdara 2018an de qonaxa duyem a sizayan li ser Îranê sepand û ji bo 6 mehan rê da 8 welatan petrola Îranê bikirin.

Ew heyama 6 mehan ji destpêka vê mehê ve bidawî bû, Amerîka hişyarî da her welatekî ku petrola Îranê bikire, dê siza li ser wî welatî jî bên spandin.

K24
Top