• Saturday, 14 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê navendên YPGê bombebaran kirin

Artêşa Tirkiyê navendên YPGê bombebaran kirin
Li navçeyên derdora Efrîn, Til Refhet, Ezaz û Şahbayê, rewşa ewlehî ber bi aloziyeke metirsîdar ve diçe. Medyaya Tirkiyê ragihand ku şer di navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê û YPGê de derrketiye, û du gund ji destê YPGê hatin derxistin.



Di demekê de ku Artêşa Sûriyê û hêzên rûsî êrîşên giran dibine ser hêzên opozisyonê li herêma Idlib, Hema û bakur-rojavayê Helebê, di nav de jî xaleke artêşa Tirkiyê kete ber lêdana wan êrîşan, hêzên opozsiyonê, êrîşên xwe li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û navçeyên Şera, Til Refhet, Azaz û Şehbayê berdewm dikin.



Medyaya ser bi hikûmeta Tirkiyê ragihand ku hêza bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî, di şerê li dijî YPGê de, derbasî nava gundê Merhenaz ê ser bi bakurê Herlebê bûn.



Ew gund, dikeve navbera Efrîn, Til Refhet û Ezazê.



Li wê deverê, şer û pevçûn, di navbera herdu aliyan de berdewam in, di heman demê de Artêşa Niştimanî ya Opozisyonê ragihand ku hêzên wê, li herêma derdora bajarê Til Refhet, li bakurê Helebê, dest bi operasyonekê li dijî YPGê kiriye û ew dê di êrîşên xwe de, berdewam bin.



Ji aliyê xwe ve Yekîneyên Parastina Gel, di wan rûbirûbûnan de, hinek xal û rêbendên grûpên çekdar ên opozisyona sûrî topbaran kirin.



Ev çaremîn roj e, ku topxaneya Tirkiyê pêgehên YPGê û navçeyên di destê wê de, topbaran û bombebaran dike, bi taybetî li navçeyên Şehbayê, ku nêzîkî 130 hezar koçberên Herêma Efrînê, li wê derê niştecî bûne, êdî jiyana wan, li jêr metirsiyê ye.



Bi sedema vê topbaranê, rêya di navbera Ezaz û Efrînê de, di rojên borî de, gelek caran, li ber çûnûhatinê, qut bûye.



Çavkaniyên xwecihî û dîmenên ku hatine bidestxistin, ji wan navçeyan, didine zanîn ku şer û pevçûnên tund, di navbera hêzên YPG û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrî de, bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê, diqewimin û diyar dike ku ew rewş dê, di rojên bê de, berdewam bike.



Topxaneya artêşa Tirkiyê, bi tundî, gund û bajarokên Minix, Hirbil, Şêx Îsa, Eyn Deqna û el-Malikiyê topbaran dikin.



Armanca wan ji wê rewşê ew e, ku ew navçeyên li jêr destê YPGê têkevin destê hêzên opozsiyonê yên ser bi Tirkiyê.



Li navçeyên derdora Efrîn, Til Refhet, Ezaz û Şehbayê, rewşeke metirsîdar heye, ku tê de, welatiyên sivîl tûşî êrîş û ziyanên mezin dibin û daxwaz dikin ku jiyana wan û malbatên wan bê parastin, bi taybetî koçberên Efrînê ku li wan naçveyan koçber û derbider bûne.

Rudaw
Top