Hikumeta Herêmê dewama fermanberan ji ber meha Remezanê saetekê kêmkir
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê dewama fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da Dizeyî aşkere kiriye dewama fermanberan ji ber meha Remezanê saetekê hatiye kêmkirin.
Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku dewama fermanberan di saet 08:00ê beyanî dest pê dike û di saet 14:00ê piştî nivroyê bi dawî dibe
Waar.tv
