Li Amerîkayê di êrîşên çekdarî de 4 kes mirin
Li Amerîkayê li eyaletên cuda êrîşên çekdarî yên pêkhatin de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor rayedarên Polîsê Herêma Grant a eyaleta Washingtonê şeva borî şeva borî di çarçoveya festîvalekî ya nêzîk cîhê şanoya Gorge êrîşek pêkhat û di êrîşa çekdarî de 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedaran ragehand, kesê êrîşkar hatiye girtin.
Herwaha li bajarê St.Louis a ser bi eyaleta Missouri nîvê şevê êrîşeke din a çekdarî pêkhat û di wê êrîşê de jî kesek mir, 9 kesên din jî birîndar bûn.
Polîsê Herêma DuPage a ser bi eyaleta Illinois, şeva borî di salvegera bi dawî anîna koletiyê ya wek roja 19ê Hezîranê tê zanîn û di wan pîrozbahiyê de gule hatine berdan û herî kêm 20 kes birîndar bûne û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Rayedaran ragehand, di wê êrîşa parka otomobîlan pêkhatî û şûnde birîndar ji nexwaşxaneyan re hatine veguhestin.
Derbarê nasnameya êrîşkar de heta naha ti daxuyaniyekî fermî nehatiye dayîn û derbarê bûyerê de jî lêkolîn û lêpirsîn berdewam dike.
Li Amerîkayê roja 19ê Hezîranê wek roja bi dawî anîna koletiyê ye û ji ber wê jî pîrozbahî birêve diçin.
Li gor malpera Arşîvên Tundiya Çekdarî, li Amerîkayê ji destpêka salê ve heta naha 307 êrîşên çekdarî pêkhatine.
Basnews
