Li Brezîlyayê ji ber bakurofe 8 kes mirin, 19 kes jî winda ne
Li başûrê Brezîlyayê ji ber bakurofeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî winda bûne.
Li gor nûçeya çapemeniya Brezîlyayê, li 40 bajarokên ser bi eyaleta Rio Grande do Sul bakurofeyekî bi bandor bû sedemê rabûna lehî û hezaz û şimitîna erd.
Rayedaran ragehand, heta naha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 kes jî winda ye û 3 hezar kes jî ji herêmê hatine derxistin.
Hat ragehandin bakurofeyê ziyan gehandiye xetên enerjiyê û ji ber wê jî 250 hezar kes bê elektrîk mane.
Bakurofeya li Arjantîn û Urugay jî bû sedemê karesatan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi zehmetî birêve diçin.
Basnews
