Umêd Xoşnaw: Demekî nêzîk de bendava Gomespan dê temam bibe
Parêzgarê Hewlêrê aşkera kir, demekî nêzîk de dê bendava Gomespan a li Hewlêrê ku yek ji projeyên stratejîk û giring a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, dê temam bibe.
Îro 18.06.2023yê parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand: Bendava Gomespan a li Hewlêrê, yek ji projeyên stratejîk a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo geştyarî û komkirina avê û ji bo keşûhewaya Hewlêrê dê sûda wê gelek zêde be û dê demekî nêzîk de temam bibe. Dibe yek ji bendava herî mezin li Hewlêrê û li ser asta Herêma Kurdistanê jî piştî bendava Dukan û Derbendîxanê dibe bendava sêyem a mezin.’’
Herwaha got: ‘’Xercê çêkirina wê 95 milyar dînare, bilindiya wê 70 metre û dirêjiya wê jî 512 metre ye. Dikare 115 milyon metre sêca ava baranê kom bike, yekem care li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê, betona cureya RCC (betona bi silindirê hatiye şidandin) di projeya çêkirina bendavê de tê bikaranîn.’’
Xoşnaw ragehand: ‘’Bendava Gomespan bi rûbera xwe 6 milyon û 125 hezar metre çargoşe ye û şev û roj kar di projeya çêkirina vê bendavê de tê kirin û demekî nêzîk de jî temam dibe. Dê rola wê gelek be di parastina dewlemendiya av û bilindkirina asta ava binerd û tekoşîna li gel hişkesaliyê de. Herwaha dê bibe çavkaniyekî giring a dabîn kirina ava paqij bo Hewlêrê û sektora geştyariya navçeyê jî dê pê geş bibe.’’
Basnews
