• Wednesday, 18 February 2026
logo

Çalakvanekî Pênciwênê: YNK 17 sale dahata Başmax û Seyranben didize

Çalakvanekî Pênciwênê: YNK 17 sale dahata Başmax û Seyranben didize

Çalakvanekî bajarê Pênciwênê radigehîne, 17 sale YNK dahata deriyê sînorê navçeya wan didize û ti xêrekê bo wê navçeyê tine û heta xizmetê ji bo Silêmaniyê jî nake.

Nivîskar û çalakvanê bajarê Pênciwênê Ehmed Şilêrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK bi salên dûr û dirêje xelkê Pênciwênê diperçiqîne û dahata bajarê me didize û xizmetê ji bajarê me re nake.’’

Herwaha tot: ‘’Herçend bajarê Pênciwênê du deriyên wê yên sînor heye, deriyê navnetewî yê Başmax ji sala 2006ê ve hatiye danîn û derveyî wê jî deriyê Seyranben heye û ew herdu deriyên sînor ên Pênciwên dahata wê xeyalî heye, lê YNK 17 sale dahata deriyên Pênciwên didize. Ti demekî ew partî amade nebûye  ne xizmeta Pênciwênê bike, ne jî xizmeta xelkê bajarê Silêmaniyê bike. JI ber YNK bi dizî û talana dahata bazineya kesk ve dikare temenê xwe dirêj bike.’’

Hewaha got: ‘’YNK, ji dema desthilata bazineya kesk di dest de ye heta naha xelkê bajarê Silêmaniyê û derdora wê ceza dike. Ji ber YNK xwediyê desthilata parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Germiyan û Raperîn di dest de ye. Bê guman bazineya kesk de gelek xalên sînorî û bîrên neftê têde hene. lê YNK pare navegerîne bo wezareta darayî û parê wî xelkî didize. Eger YNK dilsozê xelkê Silêmaniyê ba, dê dahata navxwe ve jiyana xelkê guherîba. Lê partiyek zêdetir ji 17 sale destê xwe xistiye nav zadê xelkê û dahata bajarê Pênciwênê dagirkiriye. Bajarê me wêrane ye û em derveyî malwêraniyê ti tiştekî baş ji YNKê hêvî nakin.’’

 

Basnews

Top