• Saturday, 14 February 2026
logo

Benyamîn Netenyahu: Min fermana êrîşeke tûnd daye artêşê

Benyamîn Netenyahu: Min fermana êrîşeke tûnd daye artêşê
Beramber mûşekên terorîstî Artêşa Îsraîlê dest bi bordûmana binkeyên terorîstan kiriye li sînorê Xezayê.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji medyayê ra aşkere kiriye ku wî ferman daye artêşê û daxwaz ji artêşê kiriye binkeyên terorîstan li Xezeyê bi tûndî bihêne bordûmankirin.

Netanyahu wiha gotiye: “Min îro fermandaye hêzên artêşa Israîl ku bi awayek dijwar êrişî terorîstên li ser sinorê Xeza bikin. Her wiha fermana bihêzkirina hêzên leşkerî yên li derdura Xeza jî daye!”

Herwiha Netanyahu dibêje rêxistina terorê ya Hemasê ne tenê berpirsê êrişane, berpirsê êrişên cîhadiyên îslamiye jî û divê hesabê van êrişan bide.

Netanyahu bang li xelkê Îsraîlê jî kiriye û wiha gotiye: “Daxwaz ji xelkê Îsraîlê dikim, bi baldarî li biryarên fermandarên bereya navxwe yê artêşê guhdar bikin. Ev yasa û guhdariya li wan canê we diparêze.

Basnews
Top