• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeka Brîtanyayê ra rewşa deverê dinirxîn in

Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeka Brîtanyayê ra rewşa deverê dinirxîn in
Nêçîrvan Barzanî Serowkwezîrê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Simon McDonald birîkarê wezîr û serokê Fermangeha Diplomasî li Wezareta Derve ya Brîtanyayê qonaxên şerê dijî DAÎŞ û qonaxa piştî şer, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û vegerandina wan bû ser nal û milkê wan û avadekirina deverên wan hatin gotûbêj kirin.

Her di wê civînê da ku, roja şemiyê 04.05.2019ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, Martin War Konsulê giştiyê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û şandeka wî welatî jî tê da amade bûn, têkeliyên navbera Brîtanya û Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa emnî û aborî li Îraqê û rola Herêma Kurdistanê di pêkvejiyan û parastina hemû pêkhateyan bê cudahî mijarên civînê bûn.

Her du aliyî li ser çewaniya bicîkirina aramiyê li Îraqê bi piştevaniya civaka navdewletî, pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hevhizir bûn û di vê çarçoveyê da, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û li gor qanûn û destûrê bên çareser kirin.


Top