• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bêkarî û çekdarkirina bi darê zorê ji aliyê PKKê ve, ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî komî koçber kirine

Bêkarî û çekdarkirina bi darê zorê ji aliyê PKKê ve, ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî komî koçber kirine

Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dibêje, çekdarkirina bi zorê û ya PKKê û diyardeya bêkariyê bû bûye sedema koçberiya bi komel.

Endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kawa Ezîzî ji BasNewsê re got, rewşa Rojavayê Kurdistanê ber bi qonaxeke xirab ve diçe ji ber serdestiya PKKê û ev yek jî bûye sedema koçberbûna komî ya ciwanan li Rojavayê Kurdistanê.

Kawe Ezîzî dibêje: “Gelek sedem li pişt koçkirina ciwanan hene, lê mijara çekdarkirina bi darê zorê ya ciwanan ji aliyê PKK’ê û zêdebûna bêkariyê yek ji wan sedemên sereke ye ku PKK bi darê zorê ciwanan çekdar dike û derfetên kar nînin û neçar dimînin ku ji Rojavayê Kurdistanê derkevin.” 

Ji aliyê xwe ve, Peymangeha Washington bo Siyaseta Rojhilata Navîn di raporta xwe ya dawî de, tekezî li ser koçberiya bi kom a ciwanan li Rojavayê Kurdistanê kir û yek ji sedemên sereke yên vê koçberiyê, bi çekdarkirina bi darê zorê ya ciwanan vegot.

Enstîtuya Washingtonê ragihand ku di heftiya borî de bi hezaran ciwanên kantonên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de koçberî Tirkiyê bûne.

 

 

Basnews

Top