• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê girtiyên siyasî nînin

Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê girtiyên siyasî nînin

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê azadiya raderbirînê heye û ti girtiyên siyasî li Herêma Kurdistanê nînin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di hevpeyvînekê de ligel Enstîtuya Amerîkî ya Aştiyê li Washingtonê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser parastina mafên mirovan û demokrasiyê ye û got: “Baştirîn şert û merc ji bo hemû welatiyan li Herêma Kurdistanê tên dabînkirin. Herêma Kurdistanê bê cudahî û ti kes ji ber nêrîna xwe ya siyasî nayê armanckirin, ez bi serbilindî dibêjim ku ti kes ji ber nêrîna xwe ya siyasî di zindanê de nîne.”

Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku mafê xelkê heye ku li ser her tiştî biaxive, çi siyasî, civakî, aborî û çi warên din.

 

Basnews

Top