• Saturday, 14 February 2026
logo

Hewlêr û Bexda li ser sînorên Kurdistanê û metirsiyên PKKê lijneyek pêktînin

Hewlêr û Bexda li ser sînorên Kurdistanê û metirsiyên PKKê lijneyek pêktînin
Rêveberê ragehandina wezareta Pêşmerge aşkera dike, derbarê ewlehiya sînorên Kurdistanê û metirsiyên PKKê de, li gel wezareta berevaniya Iraqê civiyane û dê lijneyekî pêkbînin.

Herdiçe destwerdanên PKKê li sînorên Herêma Kurdistanê berfireh dibe û heftiya borî li Sîdekan û li Şingalê çalakiyên leşkerî pêkanîn. Ji ber wê jî Tirkiye berdewam topbaranê li ser sînorên Kurdistanê dike. Dervey navçeyên Amêdî û sînorê navbera Helebçe û Îranê jî hebûna PKKê heye û heta naha zêdetir ji dehan gundên li sînorên Kurdistanê ji ber PKKê hatine vala kirin.

Rêveberê ragehandina wezareta Pêşmerge Babekir Feqê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di civîna her du şandeyên wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê yên li ser ewlehiya sînorên Kurdistanê de gotûbêj hatine kirin û biryare bername û plan û civînên din jî vê derbarê de li gel Bexdayê pêkbên. Ji ber hem serweriya Iraqê û hem jî ewlehiya sînorên Kurdistanê ketine bin pirsyarê.’’

Herwaha endamê lijneya navxwe û asayîşê li parlamentoya Kurdistanê Nizar Xefar jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev pirsekî siyasî û serekî ye. Divê Hewlêr û Bexda çareser bikin û wezareta navxwe giringe daxuyaniyekî vê derbarê de bide. Dema wê hatiye li ser asayîşa sînor Hewlêr û Bexda rêkbikevin.’’

Serfermandara artêşa Iraqê yê berê Babekir Zêbarî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK xwe paşde nakêşe û guh nade ti rêkeftinan. Rewşa sînorê Kurdistanê jî wek xuya dike ye. ji ber vê giringe lez bê kirin, civîna lûtkeya bilind a navbera Hewlêr û Bexdayê ya pirsa ewlehiya sînor bê çareser kirin, eger na PKK ji rewşa naha heyî dê ji wê jî xiraptir bike.’’

Basnews
Top