Serokwezîr li gel şandeke Îraqî civiya
Serokwezîr behsa girîngiya hebûna nuneratiya Kurd di nava komîte û dezgehên federalî de dike.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser rûpela xwe ya fermî wisa nivîsand;
Me pêşwaziya şandeke civata komîsaran ya desteya ragihandin û têkiliyên Îraqî bi Serokatiya Serokê vê desteyê birêz Sam Salim kir.
Şanda mêwan bi awayeke kurt behsa kar, çalakî û projeyên xwe yên di warê ragihandin, têkiliyan û teknolojiya zaniyariyan de pêşkêş kir û amadebûna xwe jî bo hevkarî û hemahengî kirin li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.
Me jî behsa girîngî û bandora gehandin, teknolojiya zaniyariyan û pêşkeftina bilez ya vê warê kir ku, cîhan îro di serdema mêşka çêkirî de dijî û derfetên berfire kirinê di her warî de li berdem mirovatiyê vekirîne.
Me herwiha behsa xwesteke dezgehên têkildar yên herêma Kurdistanê bo hemahengî kirin li gel vê desteya han kir û tekez li ser girîngiya hebûna nuneratiya herêma Kurdistanê di nava komîte, deste û dezgehên federalî de kir.
