Nûnera hikûmeta Kurdistanê li Amerîka: Amerîkî ji gîrobûna hikûmetê nîgeran in
Zêdetirî heft mehan e hilbijartinên Kurdistanê hatine kirin lê hîn hikûmeta nû pêk nehatiye.
Nûnera hikûmeta Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman ji malpera fermî ya PDKê re behsa helwesta Amerîka li ser pêkanîna hikûmetê kiriye û gotiye, Amerîkî gîrobûna hikûmetê wek astengekê li pêşiya pêşketina Kurdistanê dibînin. Ji ber wê jî ew hez nakin hikûmet gîro bibe.
Beyan Samî Ebdulrehman her wiha gotiye, rast e hez nakin hikûmet gîro bibe lê naxwazin mudaxele jî bikin. Bo wan girîng nîne kî di nav hikûmetê de be kî nebe, bo wan girîng e hikûmet zûtir pêk were.
Wê dîplomata Kurdistanê aniye ziman ku Amerîkî dizanin pêwîstiya wan bi Kurdistanê heye û pêwîstiya Kurdistanê jî bi wan. Em li ba Amerîkiyan mînakeka serkeftî ne bo Iraqê. Amerîkî dibêjin, kurd bo demokratîzekirin û sivîlîzekirina Iraqê lazim in.
Nûnera hikûmeta Kurdistanê li Amerîka daye xuyakirin ku pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê baş û bihêz in û dê bihêztir û berfirehtir jî bibin.
Basnews
