• Saturday, 14 February 2026
logo

Enqere hewl dide pêwendiyên bi Hewlêrê re xurt bike

Enqere hewl dide pêwendiyên bi Hewlêrê re xurt bike
Di 2'yê Gulanê de bexşîna dorpêçên ser Îranê ya 8 welatan hate rakirin ku Tirkiye jî din av wan welatan de ye. Tirkiyeya ku bi salan e li gel Îranê 10 mîlyar Dolarî zêdetir bazirganiyê dike û herî zêde gaz û neftê jê distîne ji neçarî wê ji xwe re riyên alternatîf peyda bike. Pisporên Tirkiyeyê destnîşan dikin ku ew hêza Tirkî tune ye ku li hemberî dorpêçên Amerîkî berxwe bide, ji loma jî wê berê xwe bide alternatîfa herî baş û rastîn ku ew jî Herêma Kurdistanê ye. Aborînas dibêjin wê peywendîyên bazirganî yên Enqere û Hewlêrê bigihîje 15-20 mîlyar Dolarî.

Amerîkaya ku pêşî ji rêkeftina atomî ya li gel Îran vekişîyabû, di Mijdara 2018an de beşeke gemaro û dorpêç dabû ser Îranê û bes ji bo 6 mehî 8 welatan ji van gemaroyan bexşîbû. Ev bexşîn di 2yê Gulanê de rabû ku Tirkîye jî yek ji wan welatan e. Rayedarên Amerîkî di her firsendê de destnîşan dikin ku kîjan kompanya û welat li gel Îranê bazirganîyê bike dê ew jî bêne cizakirin.

Di vê çaçroveyê de herî zêde dahatûya peywendiyên Tirkiye û Îranê tê meraqkirin. Gelo wê Tirkîye bikaribe berxwe bide û dorpêçan bişkîne yan wê ji xwe ra rîyên alternatîf peyda bike? Pispor dibêjin wê Enqere jixwe ra rîyên alternatîf peyda bike.

Pisporê karûbarên Îranê Murat Aslan ji K24ê re got: "Piştî dorpêça meha Mijdarê di navbera Tirkîye û Îranê de îxracat û îtxalat hema hema bi nîvî bûbû. Ev jî dide nîşan ku wê Tirkîye pabendê vê biryara Emerîkayê be. Jixwe gelek kêşe hene ku hêj nehatine çareserkirin. Ji loma Enqere wê polîtîkaya reel bimeşîne û îxracat û îtxalata li gel Tehranê qut bike. Vebijêrka herî baş û rastîn jî Herêma Kurdistana Iraqê ye."

Li aliyê din serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bo Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di rojeva Tirkîyeyê de hîn germ e. Pispor dibêjin, ji xeynî Herêma Kurdistanê vebijêrka din Rûsya ye, lê ew jî bi kêşe ye, lewre wê dîsa Emerîka li dijî vê danûstandinê derkeve ji loma jî wê Tirkîye wek berê, berê xwe bide Herêma Kurdistanê û peywendîyên baştir dirust bike.

Pisporê karûbarên Îranê Serhan Afacan dibêje: "Di van şert û mercan de ez bawer nakim ku Tirkîye berxwe bide û dorpêçê bişkîne. Yanê ez bawer nakim ku vê yekê hilbijêre. Alternatîfa herî baş Herêma Kurdistanê dixuye. Li gel hin kêşe û arîşeyên berê jî Tirkiye tu carî dev ji herêma Kurdan berneda. Ji loma ez bawer dikim ku wê peywendîyên Enqere û Hewlêrê ji berê jî baştir bibin."

Berîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de nêzikî 10 mîlyar Dolar peywendîyên bazirganî hebû, lê belê piştî referandûmê ev rêje daketibû 8 mîlyar Dolarî. Lê belê niha tê gotin ku wê ev rêjeya bazirganîya di navbera her du welatan de bigihîje 15-20 mîlyar Dolarî û li gel vê têkiliyên sîyasî yên her aliyan jî baştir bibe

K24
Top