• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Amêdiyê tûnêlekî giring dê bê çêkirin

Li Amêdiyê tûnêlekî giring dê bê çêkirin

 Ji ber ku qeza Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê deverekî çiyayî ye, daxwaz tê kirin ku tûnêlek bê çêkirin ku rêyênçend navçeyan bi hevdû ve girêbide.

Wezîrê Avadanî û Niştecîhkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulqadîr ji saziyên çapemeniyê re ragehand: ‘’Ji ber ku qeza Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê deverkî çiyayî ye, daxwaz hatiye kirin ku tûnelekî li çiyayê Metîn bê çêkirin ku rêyên çend deverê bi hevdû ve girêbide, ku wek nahyeya Bamernê, bo nahyeya Kanîmasî ku navçeyên çiyayî ne û heta ew rê digehe deriyê sînor ê Serzêrê. Em wek Wezareta Avadanî û Niştcîhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû demekî me xwestiye wan projeyan cîhbicîh bikin ku daxwaza xelkê jî heye. Em dê hemû hewldanekî bidin ku ew tûnêl bê çêkirin, lê naha rewşa darayî bo çêkirina wê tûnêlê amade nîne.

Herwaha diyar kir: Projeya çêkirina tûnela çiyayê Metîn li qeza Amêdiyê me xistiya nav plana wezaretê, lê ji ber ku ew proje pêwîstiya wê bi pareyekî zêde heye, li gel baştir kirina rewşa darayî û piştî ku budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve bê şandin û budceya pejirandî ya veberhênanê berdest dibe, wê demê dê cîhbicîh kirina wê projeyê jî destpê bike.

Basnews

Top