Serokê herêmê li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya
Giftûgo li ser reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê berevanî yê Brîtanî yê bo Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Marshall Sammy Sampson kir.
Di civînê de ku, hijmareke rayedarên din yên leşkerî yên Brîtanî jî têde beşdar bûn, giftûgo derbarê rewşa ewlekarî ya Îraq û herêma Kurdistanê û reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.
Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser serxistina prosesa reformên nava hêzên pêşmerge kir û balkêşandine ser vê yekê ku, lazime proseya han bi awayeke ektîftir were îdarekirin û Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya Brîtanya û welatên dost kir ku, piştîvaniya vê prosesa han dikin.
Şanda Brîtanî jî tekez li ser vê yekê ki ku, aramiya ewlekarî ya Îraq û herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê gelek girînge û berdewam dibin li ser pêşkêş kirina hevkariyên pêwîst bo parastina ewlekarî û aramiyê li Kurdistan û Îraqê de û Brîtanya bi berdewamî hewl bo serxistina reformên nava wezareta pêşmerge dide.
Rewşa deverê bi giştî û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş rojevên din yên vê civînê bûn.
