PDKê hişyarî da: Eger ew mijar bikeve rojevê emê baykot bikin!
Parlementoya Iraqê bêhnek din dicive. Tê gotin ku parlementoya Iraqê dixwaze pêşniyara serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî ya hilweşandina encumena parêzgeha Mûsilê jî gotûbêj bike.
Li ser vê mijarê, seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, em li dijî hilweşandina encumena parêzgeha Mûsilê ne. Ji ber ku parêzgar nîne û encumen bajêr birêve dibe. Eger encumen jî nebe kî bajêr birêve bibe.
Viyan Sebrî her wiha got, eger ev mijar bikeve rojeva civîna îro ya parlementoyê, emê civînê baykot bikin. Ez bawer dikim hinek parlementerên Iraqî jî li dijî vê yekê ne û dane zanîn dê civînê baykot bikin.
Basnews
