HSD enî ya şer li Minbic xurt dike
Encumena serbazîya bajarê Babê, hêza xwe xurt kirîye li enyên pêş li bajarokê 'Irême ya rojava ya Menbicê û ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin.
Li gor fermandarê Encumen a Serbazî ya Babê: Ew di amadebaşyê dene bo rûdana her şerekî bihê sepandin li ser wan. Hêza wan û polîsên leşkerî yên Rûsî bi berdewamî gerên çavdêrîyên hevbeşên encam didin.
Serkirdeyê Encumen a Leşkerî ya Babê, Cemal Ebu Cime'e, dibêje:Em li bajarokê 'Irêmê ne nêzîkî enîyên şerîn, enî ya pêş ji gundê Rîyalan destipêdike heya dighe Cêbê. Mexzûn ku Hêzên Encumena Serbazî û Hêza Paraztina sînûr lê hene bi hevahengî li gel polîsên Rusî bi berdewam êrîş li ser wan gundan tênkirin. Hinek rojan jî şer li tevahîya enîyan dinavbera Me û artêşa Tirkiyê û Çekdarê ser bi wê ve rû dide , li vê dirê navend a Rusî heye, gerên çavdêrîy jî bi berdewamî û rojane bi erkên xwe radibin.
Ji alyekê din ve şervanek, dibêje: Çekdarên Artêşa Azad a Sûryê ku Tirkiye piştevanîya wan dike, carna guleyan dihvêjne alyê wan. Bi gutna wî ew bê bersiv namînin û gelek caran şer di navbera wan de rûdide.
Şervanek li enyên şer bi navê (Ebû Yamin) dibêje:Em niha li Bexçê Kawkilî ne , li hêlên rûbirûbûnê ne. Em paraztina sînûr dikîn, niha rewş arame; lê car car Em têne armancikrin, lê Em bersiva wan didîn û êrîşên wan jî têkdişkînin.
Bajarê Babê dikeve bakur a gundewarê Helebê. Di meha Subat a sala 2017, artêşa Tirkyê li gel Artêşa Azad a Sûryê li bin navê operasyona Mertala Firatê, piştî şerekî dijwar di navbera wan û çekdarên Aa'şê de, şîyan wî bajarî bi temamî kontirol bikin. Bi gotna Tirkiyê Armanaca wan paqijkirina dever û navçeyên ser sînorê wan û Sûryê bûye ji grûpên terorisit û tundrew.
K24
