• Saturday, 14 February 2026
logo

ENKS daxwaza helwesteke Kurdî ya yekgirtî dike

ENKS daxwaza helwesteke Kurdî ya yekgirtî dike
Endamekî Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz dike, ku helwesteke Kurdî ya yekgirtî bê avakirin, da ku dever ji gef û êrîşan bê parastin, û di destûrê nû yê Sûriyê de, mafê gelê Kurd parastî be.



Ji aliyê xwe ve jî, Endamekî Desteya Serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) dide xuyakirin, ku her şer û operasyonek li kîjan devera Sûriyê tê destpêkirin, bandora xwe li ser tevahiya deverên din dike, û ew jî hewil didin, bandora şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm bibe.



Rêyeke dûr û dirêj ku ev 9 sal in meşa têde bidawî nehatiye. Li Sûriyê wêranî ne peyveke tê gotin yan dîwarekî ketî yan jî termên mirovên di nav kavilê de ye, lê ew bûye nasname ji Sûriyê re.



Di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de, ne bi tenê ava çemekî ye ku bi berdewam dihereke, lê berjewendî, pilan û acîndayên paytextên herî mezin êm welatên xwedî bandor li ser vê axê carinan dighên hev û carinan dijî hev derdikevin.



Di navbera Firat û têlên sînorê bi Tirkiyê re, li Qamişlo berpirsekî ENKSê dide xuyakirin ku yekîtiya hêz û aliyên Kurdî rêya parastina vê deverê ye ji her gef û pilanekr dijminkariyê.



Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Fêsel Yûsif diyar dike ku "em wisa dibînin ku ji bo niştimaniya Kurdî, helwesteke Kurdî hebe, daku em karibin bi hev re bin û em xwe biparêzin weke Kurd di siberoja Sûriyê de, em yek nêrîn bin, yek bawerî bin, ev jî ne bi encûmenê ve girêdayî ye, ev bi aliyê PYDê ve girêdayî ye".



Cihê ku şer jî têde bidawî dibe, li vî welatî dengê dehola şerekî din tê bihîstin. Di nav wêraniyê de jî gelek nerînên cuda derdikevin, endamekî Desteya Serokatiya MSDê dide xuyakirin her şerek li vî welatî derdikeve bandorê li tevahiya deveran dike.



Endamê Desteya Serokatiya MSDê Hikmet Hebîb diyar kir: “Em li Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) bi diltengî li van bûyeran dinerin, zêdetirî 3 milyon kes li wê deverê hene, divê rêçareyeke siyasî bê dîtin bo bidawîanîna vî şerî, û kar bê kirin daku girûpên terorîst li wê deverê bêne tunekirin, em jî ne dûrî encam û bandorên bûyerên deverên din ên Sûriyê ne, rojavayê Ferat, Idlib û Efrîn beşek in ji Sûriyê, em jî beşek in ji Sûriyê, em hewl didin ku bandorên nerênî yên vê rewşê kêm bin daku em aramiya vê deverê biparêzin.”



Li Eniyên şer dengê şervanan bilind tê bihîstin. Ji 2011ê û heya niha li Sûriyê rêyên guhertinê bi şer têne vekirin û di her civîn û hevdîtineke navdewletî ya girêdayê rewşa vî welatî de daxwaza çareseriya siyasî tê kirin, dûr ji dengê top û mûşekan jî, xelkê deverê hey di taq û pencereykê re bilindbûna dûmana şer şîrove dikin.

Rudaw
Top